Li Minbicê çeteyek hate girtin û miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê şaneyek DAIŞ‘ê girtin û çek û cebilxaneyên li gel wî desteser kirin.

Li gorî nûçeya li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye parvekirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê endamekê şaneyekê veşartî yên DAIŞ‘ê girtin û miqdarek çek û cebilxane li gel wî bûn desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nûçeyê de diyar kir ku hêzên wan di 18‘ê Tebaxa 2019‘an de li navçeya Heyê li gundê Ceb Ebyet terorsîtekî DAIŞ‘ê girtin ku ji bo êrîşên terorîst plan dikr, girtin.

Her wiha hate diyarkirin ku li gel wî çeteyê rejeyek mezin a çek û cebilxane hebû, hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeyê madeyên hatin desteserkirin ev in:

Qilêş hejmar 8

Çeka MB4 hejmar 1

RPG hejmar 1

Rext hejmar 1

Çeka nêçîriyê hejmar 1

Amûre dîtina şûnan hejmar 1

Madeyên teqemenî, madeyên destpêkê û kîmyawî 56 kg

Çîkên teqînan 460 çîk

Fetîla teqînê ya bi lez vedikevin 8 kg

Moşek û dij tankana(taw) hejmar 1

Bombeyek teqemenî amadekirî hejmar 1 bi giranî 3 kg

Bombeyek teqemenî ji bo motorsîklêt amadekirî hejmara 1 bi giranî 10 kg".

ANHA


Mijarên Din