Li Minbicê dewreya perwerdeyê ya hunerî bi dawî bû

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbic û gundewarê wê dewreya perwerdeyê ya lîstikvanên şanoyê, stranbêj û mûzîkvan bi dawî kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbic û gundewarê wê bi şahiyekê dewreya perwerdeyê ya lîstikvanên şanoyê, stranbêj û mûzîkvan bi dawî kir. Şahî li ser dika şanoya ya Pêşesaziyê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre sê ciwanan destpêkê bi awayekî ferdî û piştre komî lê bilûrê dan. Ciwanê bi navê Îbrahîm El-Mustefa helbestek xwend. Her wiha du zarokan stran gotin.

Piştre zaroka bi navê Samirîn Îmad stranek li ser zarokatiyê got.

Di şahiyê de ji aliyê koma Şano ya Minbicê şanoyek bi navê "Na ji madeyên hişbirê re" hate pêşandan.

Di dawiyê de komîteya çand û hunerê beşdarên perwerdeya şano, strabêjî û mûzikî xelat kirin.

ANHA


Mijarên Din