Li Minbicê dewriyek din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Li Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ya Şehîd Mehmûd El-Elî dewreya perwerdeyê ya 17‘an bi navê "Şehîd Basil El-Ebadî" bi merasîmekê bi dawî bû.

Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ya Şehîd Mehmûd El-Elî 45 roj beriya niha bi tevlîbûna 33 endamên hêzên ewlekariyê dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Basil El-Ebadî" dabû destpêkirin. Di dewreyê de dersên fikrî û leşkerî hatin dayîn.

Îro bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajaêr Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê merasîmê bidawîbûna dewreyê li dar ket.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdo Mustefa axivî, îşaret bi keda ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina herêmê didin kir û bang li şêniyan kir ku li derdora hêzên ewlekariyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bibin.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemada jî cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soza da ku şehîdan û  şêniyan ku ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û berisva her xeteriyên li ser herêmê bidin.

Endamên ku tevlî dewreyê bibûn sûnd xwarin û belgeyên derçûnê wergirtin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku dewreya 17‘an a ku ji aliyê akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ve tê vekirin.

ANHA

 


Mijarên Din