Li Minbicê du sivîl birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Li daketina başûrê bajarê Minbicê, di encama teqîna mayînekê de du jinên sivîl birîndar bûn.

Nûçegihanên me ji bajarê Minbicê ragihandin ku îro di saetên sibê de, mayînek ku li daketina başûrê bajarê Minbicê hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de, du jinên sivîl birîndar bûn û niha li nexweşxanê têne dermankirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku kesên birîndar navên wan ev in: Sefiye Hec Hisên û Sibhiye Sibil. Nûçegihanan teqez kirin ku rewşa wan baş e.

(kc)

ANHA


Mijarên Din