Li Minbicê foruma bi navê ‘Hemwelatî û nasnameya nîtimanî’

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê forumeke diyalogê bi navê ‘Hemwelatî û nasnameya nîştimanî’ ku ji hêla serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan ve hat dayîn, li dar xist.

Bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê û partiyên siyasî ve, serokê Partiya Pêşeroj a Sûriyê Îbarhîm El-Qeftan forumek derbarê hemwelatî û nasnameya nîştimanî ya bi armanca belavbûna zanebûna siyasî di nava civakê de, organîze kir.

Di dirêjahiya axaftina xwe de El-Qeftan îşaret bi gelek pênaseyên nasnameyan, cudahî di navbera nasnameya nîştimanî, olî û nasnameya neteweyê de kir û tekez kir nasnameya nîştimanî van nasnameyên ji hev cuda bûne, komî ser hev dike. Ew jî garantorê rastîn a tevahî pêkhateyan e, ji ber bi demokratiyê ve girêdayî ye.

Piştre deriyê nîqaşan hat vekirin. Her wiha beşdaran anî ziman ku nasnameya nîştimanî garantorê ku hemû pêkhate û olan dihewîne, bingeha avakirina dewleta modern a nenavendî ye, pejirandina piralî û pirengiya xwezayî ya civakê ye. Nasname ji hundirê ve tê, ne ji derve ve. Kapîtalîzm hewl dide rêbaz û metoda xwe ya tunekirina nasnameya nîştimanî ya gelan ferz bike.

El-Qeftan forum bi dawî kir û bal kişand ser ku azadî, qebûlkirina hev du û aştiya di desthilatê de deriyê rastîn a nasnameya nîştimanî ye û wiha got: "Dema xwediyên mejiyên zana li ser erkan li hev nakin, kesên dîktator derdikevin pêş."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din