Li Minbic û Girê Spî bîranîna şehîdan

Şêniyên Minbic û Girê Spî şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Nîsanê li ser gorên wan bi bîranîn.

Şêniyên bajarê Minbicê, bi merasîmekê şehîdên meha Nîsanê li goristana şehîdan bi bîr anîn.

Biranîn bi merasîma leşkekî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El-Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza parastina herêmên ku bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo jî axivî û got: "Şehîd deryayek ji fedekariyê ne, gotin têrê nakê qehremantiya wan bîne ziman. Şehîd pêşengên me ne heta azadiyê."

Di dawiya merasîmê de şêniyan fined li ser gorên şehîdan vêxistin.

GIRÊ SPÎ

Bi dehan şêniyên kantona Girê Spî, di nav de malbatên şehîdan herikîn goristana Şehîd Mehmûd Tamê û şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa axivî, şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn û soza şopadina xeta şehîdan û parastina destkeftiyan da.

Şêniyan find li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA


Mijarên Din