Li Minbicê kartên mazot û benzînê tên belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Minbicê gelek tedbîr ji bo belavkirina mazot û benzînê girtin. Komîte niha gelek gavên din lêkolîn dike da ku her du made wekhev li hemû sivîlan bên belavkirin û qerebalixa li ser kaziyan kêm bibe.

Komîteya Sotemeniyê ya Minbicê rastî gelek pirsgirêkan di aliyê belavkirina mazot û benzînê de tê. Ev yek jî qerebalixê li ser kaziyan çêdike. Ji ber vê yekê Komîteya Sotemeniyê gelek tedbîr girtin da ku van pirsgirêkan derbas bike û awayê nû ji bo belavkirina her du madeyan aktîf bike.

Rêveberiya komîteyê diyar kir ku komîteyê kartên sotemeniyê ji bo erebeyên ku bi benzîn dixebitin ji bo kêmkirina qerebalixa li ser kaziyan amade kirin. Her wiha kartên taybet ji bo erebeyên mezin amade kirin û bi mazotê bi nirxê 100 lîreyên Sûriyê  belav dike.

Çavkaniyên ji Komîteya Sotemeniyê da zanîn ku ji erebeyên veguhestina hundirîn re heftane 60 lître mazot hate diyarkirin, lê ji bo erebeyên sivîlan, li gorî mezinahiya wan tê diyarkirin û derdora 45 lître her 10 rojan carekê bê dayîn. Ji kamyonên taybet ên veguhestina madeyan ji hezar lître heta hezar û 500 lître mehane bê dayîn, lê basên taybet ji bo serdanên derve li gorî serdanên wê diyar dibe û ew jî wiha ye; serdana Minbic û Beyrûtê 300 lître, serdana Minbic û Şamê û Minbic û Qamişlo 200 lître.

Rêveberiya Komîteya Sotemeniyê diyar kir ku derengiyek di ferzkirina mazota çandiniyê de çêbû û ji ANHA`yê re wiha got: "Ji ber zextek di belavkirina mazota çandiniyê de hebû, derengî çêbû. Ji bo kêmkirina zexta li ser komîteyê û hêsankirin û lezkirina ku cotkar mazotê bigirin, rêveberiya komîteyê bi hevkariya Komîteya Aborî ya Minbicê mazot li xwediyên patoz, traktorên çandiniyê, zeviyên çandiniyê yên avî belav kir. Her wiha hevkarî bi Komîteya Aborî re hate kirin da ku beşek ji mazota çandiniyê veguhêzin Komîteya Aborî."

Rêveberiya Komîteya Sotemeniyê tekez kir ku komîteyê li bajarê Minbic û gundewarên wê li ser projeya çêkirin û çapkirina kartên sotemeniyê taybet ji bo motorsîklêtan dixebite, her wiha awayê belavkirina mazota zivistanê jî lêkolîn dike da ku şaşiyên sala çûyî dubare nebin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din