Li Minbicê kavilên teqînê tên sererastkirin

Piştî teqîna li Minbicê ku terorîstan cihên sivîlan kiribûn hedef, xwediyê xwaringeha El-Umeraa û yên dikanên derdorê dest bi sererastkirina dikanên xwe kir û wiha got: "Wê kiryarên terorîstan rê li pêşiya berdewamkirina jiyana me negirin."

SEWLA EBDULREHMAN / MINBIC

Di 16’ê Çileyê de êrîşeke terorîst a bi teqemeniyan li kolana El-Sindus a Minbicê pêk hat. Teqîn li ber xwaringeha Qesra El-Umeraa pêk hat û di encama teqînê de 15 kes, di nav de sivîl û leşker, şehîd bûn. Her wiha zirarên madî gihîştin xwaringeh û dikanên derdorê.

Şêniyên Minbicê diyar kir ku vîna wan ji xetereyan bi hêz tir e û dest bi jiyana xwe ya asayî kirin. Xwediyên xwarigeha El-Umeraa û dikanên derdorê dest bi sererastkirina milkên xwe kir.

Piştî xebatên paqijkirina dikanên ku zirar dîtine, diyar bû ku nirxê zirarên teqînê 20 milyon lîreyên Sûriyê ye. Derî û pencereyên dikanan şikestin û alavên xwaringeha El-Umeraa bi temamî telef bûn.

Girêdayî mijarê xwediyê xwaringehê Salih Reşwanî destnîşan kir ku ew ê xwaringeha xwe mîna berê vegerîne û wiha got: "Em ê ji nû ve dest bi kar bikin û em ê jiyana xwe ya asayî bidomînin. Ev kiryarên sûcdar dê rê li pêşiya berdewamkirina jiyana me negirin. Ruxmî hemû ziraran dê bandorê li karê me neke.”

Reşwanî kiryarên terorîst ên ku ewlehî û jiyana şêniyan dikin hedef, şermezar kirin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Bi çi heqî sivîl, jin û zarokan dikujin. Ew bawer dikin ku dê bi kiryarên xwe morala gelên herêmê bişikînin. Lê berovajî wê israra me di tunekirina terorê de zêde dibe."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din