Li Minbic û Kobanê şehîd hatin bibîranîn

Li Minbic û Kobanê cangoriyên azadiyê yên meha Sibatê hatin birîdanîn.

MINBIC

Şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn û got, "Şehîd meşeleya ronahiyê ne, li hemberî lehengiya wan gotin tunene.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Memûd Îbrahîm anî ziman ku bi saya keda şehîdan herêm ji terorê rizgar bû û got: "Em buhistek ji xaka rizgarkirî bernadin."

Piştî axaftinan mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Sibatê li ser gorên wan li Goristana Şehîd Dîcla bi bîr anîn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Osman Îsmaîl got: "Şehîd çavkaniya hêz û moralê bilind e. Şehîd di dilê me de ne tu carî nayên jibîrkirin. Bi saya şehîdan şoreşê serkeftinên mezin bidest xistin. Li vê goristanê her çar parçeyên Kurdistanê bû yek.

Îsmaîl banga parastina destkeftiyên şehîdan û pêkanîna yekitiya Kurdî kir.

Şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

ANHA


Mijarên Din