​​​​​​​Li Minbicê komîteyên zimhêrê rê li pêşiya keysbaziyê digirin

Qedexeya derketina derve li bajar û gundewaran berdewam e û komîteyên çavdêriya kel û pelan a Gerînendetiya Zimhêrê buhayên kel û pelan dişopînin û rê li pêşiya keysbaziyê digirin.

Firoşgehên kel û pelên xwarinê û sebzeyan ên bajarê Minbicê li gorî biryara Rêveberiya Xweser ku li tevahî herêman daye ku derketina derve li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna tedbîrên parastinê yên Koronavîrusê, ne di nava qedexeya derketina derve de ne.

Di demeke wiha de barê komîteyên zimhêrê girantir bûye, nexasim di dema saetên firotin û kirînê de, ji lew re divê komîte gerên xwe li dikanan zêdetir bike û di zûtirîn demê de li hejmareke mezin ji dikanan bigere, ji ber vê yekê ji roja yekemîn a qedexeyê ve komîte li nava firin û firoşgehan digerin.

Komîteya Zimhêrê buhayan dişopîne û rê li pêşiya keysbaziyê digire ku tevahî bazirgan û dikan li gorî buhayên diyarkirî tev bigerin. Li aliyekî din jî komîte qedexe dike ku hejmareke mezin ji şêniyan di heman dikanê de bimînin û dikanên li gorî qedexeya derketinê tev nagerin, digirin.

Çavdêrê Gerînendetiya Zimhêrê şaxê Minbicê Elî Receb piştrast kir ku heta niha li Minbicê rewşên keysbazkirina madeyan çênebûne, her wiha hejmara kesên muxalifên darayî yên ku di hefteya yekemîn a qedexeyê de hatine diyarkirin 5 kes û 4 madeyên demborî û firinek jî li gorî bergiriyên parastina tenduristiyê tev nedigeriya, hatine girtin

Receb da zanîn ku zêde ferq di buhayên kel û pelan de tune ye, ferq 50 heta 100 lîreyên Sûriyê ye û ev jî ji ber nirxê dolar e ku di nava hefteyekê de beramberî lîreyê Sûriyê pir bilind bû

Elî Receb bang li şêniyan kir ku dema firoşkaran fen li wan kir, yekser berê xwe bidin Aaziya Zimhêrê ya li avahiya Şaredariya Gel, li gel vê firoşkarên bazirganiyê jî hişyar kirin ku li gorî bergiriyên parastina ji vîrusê tev bigerin.

eh

ANHA


Mijarên Din