Li Minbicê Konferansa Yekemîn a Meclisa Jinên Ciwan pêk hat

Bi dirûşmeya "Li ber xwe bide, tê bikoşe, xwe birêxistin bike û xwe azad bike" Konferansa Yekemîn a Meclisa Jinên Ciwan a bajar û gundewarên Minbicê hate lidarxistin.

Bi beşdarbûna bi sedan jinên ciwan, endamên saziyan, şandeyên jinên ciwan ên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yekemîn konferansa Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê li hola civînan a Meclisa Zagonsaz hate lidarxistin.

Hola konferansê bi wêneyên têkoşer Leyla Guven şehîdên azadiyê, alên Meclisa Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên "Jinên ciwan sembola şoreş û azadiyê ye ne", "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê dîwawrê Îmraliyê hilweşînin", "Xwe bi rêxistin bike, çalak be û serî hilde", "Berxwedana girtiyan dê qeydên Îmraliyê hilweşîne", "Azadiya jin azadiya civakê ye", "Bi berxwedana Leyla Guven em ê dîwarê girtîgehan hilweşînin" û "Dîwarên we wê roja me tarî nake" hatibû xemilandin.

Konferans bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ve pêk hat. Îlham Ehmed lidarxistina konferansê li jinên ciwan ên Minbicê pîroz kir û got: " Jinan di şerê li dijî DAIŞ‘ê heta ragihandina serkeftinê de roleke dîrokî lîstin. Heger pêngavên serkeftinê ji bo gelê Sûriyê girîng be, di heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê jî girîng e. Ji ber tinekirina terorê xilaskirina mirovahî ji komkujiyan e."

Îlham Ehemd her wiha diyar kir ku jinên ji tarîtiya çeteyên DAIŞ‘ê xilas bûne derbasî pêvajoya xwe rêxistinkirin û avakirina kesayeta xwe ya cewherî bûye û got:  "Jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe di hemû navenda de girtin û bûne xwedî biryar. "

Paşê ji bo birêveberina konferansê endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Berdevka Fermî ya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla El-Ebd, Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarên wê Nezîfa Xelo, bi navê Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê Tehanî Lezîz û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Feysel axivîn.

Di axaftinana de lidarxistina konferansê li jinên ciwan hate hate pîrozkirin û hate gotoin ku derfeteke dîrokî ji bo jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bûye da ku xwe bi rêxistin bike û rola xwe ya pêşeng di civakê de vegerîne. Her wiha hêvî kirin ku konferans bi biryarên girîng bi encam bibe.

Di berdewama konferansê de peyamên pîrozbahiya kongferansê hatin xwendin. Di nav de peymana Parlamantera HDP‘ê ya Bakurê Kurdistanê Dêrsim Dag a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye hebû. Peyama Dêrsim Dag bi navê çalakgerên grevên birçîbûnê hatibû şandin. Di peyamên de konferansa Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê hat pîrozkirin û keda jinên ciwan ên Minbicê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê hate silavkirin û hêviya serkeftinê ji bo konferansê hate xwestin.

Paşê jî rapora xebatên salekî yên Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê hate xwendin û senevîzyoneke li ser karên ku jinên ciwan kirine hate pêşandin.

Paşê beşdaran li ser pirsgirêkên jinên ciwan û rêbazên çareserkirinê nîqaş kirin.

Her wiha rêziknameya meclisê ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Esma Remo ve hate xwendin, piştî nîqaşkirina bendên wê bi piraniya delegeyan hate erêkirin.

Di konferansê biryar hatin girtin û plansaziyên dema pêş hatin eşkerekirin. Ji wan;

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyan divê têkoşîn di her qadan de were kirin, li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê têkoşîn were mezinkirin, jinên ciwan di qadên leşkerî û civakî de werin perwerdekirin, ji bo bîranîna şehîdên jin ên ku bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirine çalakî werin lidarxistin, pêşxistina karê komîteya jinelojî bi rêya danîna semînerên fikrî, panel û lêkolînan, birêxistinkirina jinên ciwan ên dibistan û peymangehan de û lidarxistina çalakiyên taybet ji bo wan,  avakirina komên çandî ji bo hemû pêkhateyên Minbicê, li dijî şideta li ser jinan û zewaca di temenê biçûk de têkoşînkirin, avakirina tîmên werzîşê taybet ji bo jinan, avakirina komîteyên jinên ciwan li gundan û organîzekirina pêngavên paqijkirinê û parastina hawirdorê.

Piştî girtina biryaran meclisa nû ji 19 endamên rêveber hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnameyê ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Mihemed ve hate xwendin. Di encamnameyê rêveçûna konferansê hate vegotin.

ANHA


Mijarên Din