Li Minbicê merasîma xiyabî ya 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê

Di merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê ya li Minbicê de, beşdaran tekez kir ku dê berxwedan heta serkeftinê û têkbirina siyasetên dewleta Tirk li Sûriyê dewam bike

Meclisa Malbatên Şehîdan Minbic û Gundewarên Wê, merasîma xoyabî jib o 4 şehîdên YPJ û QSD`ê ku di şerê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, li dar xist.

Merasîm li goristana şehîdan bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li dar ket. Navên şehîdan wiha ne: Mihemed Silêman (Elî Şêr Zagros), Cahîde Libebîdî (Nûda Minbic), Duaa Yûsiv (Rûnas Heleb) û Meryana Ehmed (Zenûbiya Amara).

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Rojda Dêrîk, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahêr û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê hevseroka Meclisa Zagonsaz Sozen Hisên axivîn.

Axaftvanan destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Piştre Rojda Dêrîk axivî û wiha got: "Sînorên welatan bi xwîna şehîdan tên xêzkirin. Em di welatekî ji aliyê dijmanan ve tê hedef giritn û rastî dagirkeriyê tê, jiyan dikin. Îrdeya şehîdan ku zarokên vî gelê berxwedêr in dagirkeriyê qebûl nake. Ji vir û bi hizûra cenazeyên pekrewanan em dibêjin ku wê dagirkerî têk biçe û em ê bi îradeya şehîdan bi serkevin." 

Di axaaftina bi navê Rêveberiya Sivîl de jî , wiha hat gotin: "Hêzên Sûriye Demokratîk, çavkaniya aşîtî û azadiyê ne. ji her kesî tê xwestin ku bibin yek û bi hev re ber bi pêşerojeke azad û demokratîk ve bimeşin."

Axaftvanan tekezî li ser berdewama berxwedanê heta serkeftinê û têk birina siyasetên dewleta Tirk li Sûriyê, kirin.

Di merasîmê de her wiha bi navê malbata şehîd Mihemed Silêman, hevserokê Meclisa Zagonsaz Farûq El-Maşî axivî û tekez kir ku heta serkeftinê û qewitandina dagirkeran, dê rêya şehîdan bişopînin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqetên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din