Li Minbicê nirxê zebzeyan daketiye

Di demsalan zivistanê de li bajarê Minbicê nirxê zebzeyan buha bû. Ji ber ku ji dervayî bajêr dihat. Zivistanê zebze ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên “Mertala Firatê” di deriyê Ûm Cilûd re dihat. Kirêya veguhestinê jî diket ser û bi nirxekî buha dihat firotin. Lê piştî ku berhemên herêmî hatin çinîn, nirxê zebzeyan erzan bûye.

Li bajarê Minbicê nirxê zebzeyan daketiye. Di demsala zivistanê de nirxê zebzeyan buha bû. Ji ber ku ji dervayî bajêr dihat. Zivistanê zebze ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên “Mertala Firatê” di deriyê Ûm Cilûd re dihat. Kirêya veguhestinê jî diket ser û bi nirxekî buha dihat firotin. Lê piştî ku berhemên herêmî hatin çinîn, nirxê zebzeyan erzan bû.

Di zivistanê de kîloya xiyaran gihişt 400 LS. Lê niha kîloya wê li sûka El-Hal bi 25 leyreyên Sûrî ye. Her wiha kîloya bacansoran di zivistanê de 700 L.S bû, îro jî ji 75 heta 100 LS ye.

Şêniyê bi navê Cemîl Şewax tekez kir ku nirxê zebzeyan pir daketiye.

Yek ji xwediyên bostanan Ehmed El-Casim destnîşan kir ku ji ber berhema herêmî nirxê zebzeyan daketiye. El- Casim got niha nirxê zebzeyan basin û ji hemû şêniyan re guncaw e.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din