Li Minbicê panela "Tundraw û Teror"

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan di panelekê li ser tundraw û Terorê de anî ziman ku çareseriya herî gunaw ji tundraw û terorê diyalogên dîmokratîk, pîrozkirina jiyana mirovan, ya xwe dispêra pêkanîna hêza mentiq, ne ya ku xwe dispêre mentiqê hêzê ye.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro li hola Ciwanan a li navenda bajarê Minbicê, panelek bi sernavê"Tundrew û teror" li dar xist.

Penal ji aliyê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan û sekretêra giştî ya partiyê Hevrîn Xelef ve hate dayîn. Penal bi beşdariya Partiya Nûjen û Demokratîk, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk, bi dehan ji endamên komîteyan û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hate birêvebirin.  

Penal bi axaftina serokê Partiya Pêşerojê  ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan dest pê kir. Îbrahîm destnîşan kir ku terorîst di aliyê cografî de bidawî bûne, lê di aliyê fikirî de hîn bidawî nebû, her wiha tekez kir ku divê partî li dijî teroîst û duntrewan raweste. Îbrahîm bal kişand ku ol ne çavkaniya teror ye û wiha anî ziman:"Ol cihê bilindahî û pêşeçûnê ne."

Qeftan bal kişand ser ku tundrewtî fikir e û terorîst jî pêkanîna wê fikirî ye, sedema van jî li siyasetên dewletan û koletiyê vedigere û wiha nîşan pê kir:"Ji ber vê yekê dewetên serdest berpirsyariya kesên tundrew û terorîst radikin." Îbrahîm di dewama axaftina xwe de destnîşan kirk u tundraw xwe dispere fikirê ku ez rast im û yên di şaş in, berdewamiya vî fikirî bi xwe re tundiyê tîne.

Paşê Qeftan diyar kir ku çareseriya guncaw ji tundraw û terorê re, diyalogên demokratîk, wekhevî û pîrozkirina jiyana mirovan e. Her wiha bal kişand ku pêkanîna hêza mantiq ne mantiqê hêzê rêya tinekirina toror û tundrawiyê ye, ber tundrewtî ne bi tundiyê şer dike, ji agir bi agir nayê vemirandin.

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de rê ji diyalogê re vekir.

Di çarçoveya bersivdayîna pirsan de sekretêra giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef got, jinan azara tundrew û terorê kişandine, ji ber terorîstan hewla tunekirina jinan dikirin û wiha anî ziman"Her wiha çeteyên DAIŞ`ê komeke ava kir da ku bi navê ol tawana li jinan bikin û hesaban ji wan bixwazin."

Hevrîn , bal kişand ser ku ji civakê re tundrewtî nexweşiyek e û wiha got:"Civaka ku dixwaze kesayeta xwe ava bike, divê xwe ji tundrewtiyê biparêze, da ku belav nabe û di dawiyê de negihêje asta jihevketinê."

Têkildarî dahuradina fikirê tundrewtiyê Hevrîn got, ev ji nezaniyê tê, mînaka vê yekê jî çeteyên DAIŞ`ê yên ji hemû parzemînên cîhanê hatine nava terorîstan e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din