Li Minbicê projeya ronîkirina kolanan bi enerjiya rojê

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê dest bi pêkanîna projeya ronîkirina bajar bi enerjiya rojê kir. Şaredarî vê projeyê di nav plansaziya xwe de ya ronîkirina kolanan de li gel qutbûna domdar a kehrebeyê, bi taybet di zivistanê de, pêk tîne.

MINBIC

Li gorî projeya ku Şaredariya Gel a Minbicê daniye, werşeyên kar ên girêdayî wê dest bi kolandina zemînên stûnên kehrebeyê di nav kolanên bajêr de kir.

Di projeyê de tabloyên wergirtina (mijandina) enerjiya rojê tên bikaranîn da ku sûd ji enerjiya rojê di peydakirina ronîkirinê de were wergirtin.

Li gorî berpirsên projeyê ev rêbaz, ronîkirina kolanan di şevê de li gel qutbûna domdar a kehrebeyê, bi taybet di zivistanê de, peyda dike.

Werşeyên kar niha li kolana El-Rabîte li navenda bajêr dixebitin û dê xebatên xwe bidomînin heta ku tevahiya taxên bajêr ronî bikin.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din