Li Minbicê pêşangeha foklora Çerkezan

Komeleya Çerkezan a li Minbicê pêşangeha alavên foklorîk organîze kir. Pêşangeh ji alavên kevn pêk tê.

Komeleya Çerkezan îro li bajarê Minbicê pêşangeheke vekir. Armanca pêşangehê danasîna alavên foklorîk û çanda çerkesî ye. Pêşangeh ji alavên mîrateyên kevn pêk hat.

Tê zanîn ku vekirina pêşangehê ji bo bicihkirina rêgezên neteweya demokratîk e ku yek ji stûnên pirrengiya çandî û jiyana hevbeş e.

Pêşangeh ji alavên wekî, destar, bivir, alavên muzîkê, sifir, şor, tîr û kevan, teşî û qeraş pêk dihat.

Pêşangeh bi beşdariya bi dehan ji şêniyên bajêr û gundewarên wê ve hate vekirin.

Tê zanîn ku pêşangeha ku heta saetên şevê dê vekirî be, li bajarê Minbicê yekemîn car e ku pêşangehek foklorîk taybet bi çanda Çerkezan ve tê vekirin. 

Her wiha di nava pêşangehê de wê dîlanên foklorî ji aliyê koma girêdayî komeleya Çerkezan ve were pêşandan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din