Li Minbicê qedexeya derketina derve kete meriyetê

Li bajarê Minbicê û gundewarê wê ji vê sibehê ve biryara qedexeya derketina derve tê pêkanîn. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mihemed Xêr Şêxo destnîşan kir ku şêniyên Minbicê rewş nas kirine û bang kir ku ji vê bêtir perspektîfên hatine danîn bîne bicihanîn.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve da ji saetên sibehê ve kolanên bajarê Minbicê vala ne. Ji ber wê dikanên cihereng hatin girtin û wesayîtên veguhestina hundirîn hatin rewastandin. Ji aliyekî din ve nexweşxane, navendên tenduristiyê, komîteyên pakkirinê, firin û dikanên madeyên xwarin karên xwe didomînin.

Girêdayî wê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo got: "Îro roja yekemîn a pêkanîna biryara qedexeya derketina derve li bajarê Minbicê û gundewarê wê ye. Ev tedbîrên hişyariyê û xweparastina ji vîrûsa Korona ne."

Şêxo destnîşan kir ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji hefteyekê ve tedbîrên xwe girtine û wiha domand: "Tevahiya sazî û cihên olî pak kiribûn. Niha jî dibistanan pak dike. Her wiha hemleya zanakirinê bi rêya tevahiya wesîleyên heyî daye destpêkirin. Bi rêya ekranên reklaman ên ku di nav bajêr de belav bûne, şîretên hişyariyê belav kirin. " 

Şêxo bal kişand ser ku Komîteya Perwedeyê hewl didin waneyan bi rêya malperên têgihiştina civakî û kanala Minbicê biweşîne ji bo ku xwendekar kêmasiyên xwe di dema ferzkirina qedexeya derketina derve derbas bikin, bi taybet astên navîn û amadehî.

Girêdayî biryara qedexeya derketina derve li kolanan Şêxo diyar kir ku şênî bi awayekî balkêş tedbîrên hatine girtin tênin cih. Xwediyên dikanên cihereng dikanên xwe girtin.

Şêxo bang li şêniyên Minbicê kir ku ji vê bêtir alavên xweparastinê mîna lepik û kemamê bikar bînin ji bo ku vîrûsê venegirin.

Di dawiyê de Şêxo destnîşan kir ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê bi temamî di serferberiyê de ye. her wiha spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û karmendên Komîteya Tenduristiyê û şaredariyan kir ên ku hemleya zanankirin û pakkirinê dişopînin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din