Li Minbicê semînera bi navê `Kokên Turkman` hate dayîn

Komeleya Turkman bi koordîneya Yekîtiya Rewşenbîran û Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarê wê semînerek bi navê `Kokên Turkman` li pirtûkxaneya Mihemed Menle Xezîl a giştî orgenîze kir.

Bi dehan endamên saziyln girêdayî rêveberiya sivîl a demokratîk a Minbic û gundewarê wê, rewşenbîr tev li semîner bûn. Endamê Yekîtiya Rewşenbîran û endamê Dîwana Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Cuma El-Hêder semînera bi navnîşan `Kokên Turkman` da.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre El-Hêder behsa pêkhateya Turkman kir û wan pênaser kir û got: "Turkman; gelek e bi zimanê turkmanî diaxive. Ev ziman girêdayî şaxê başûrê rojavayê zimanên Tirkiyê ye. Di destpêka serdema 21`an de hejmara wan a giştî, gihaşt zêdetirî 6 milyon kes."

El-Hêder cudahiya di navbera Tirk û Turkman diyar kir û got: "Tirk; ew qebîleyên Euro-Asyawî ne û li herêmên Asyaya Navîn dimînin. Kokên wan vedigere Tirk Bin Komer Bin Yaft Bin Nûh. Ev qebîle dabeşî derdora 20 qebîleyan dibe û li deverên cuda belav bûne. Turkman; ew tirkê axozî ye yê ku bûye musliman." Piştre El-Hêder behsa dîroka Turkmanistan kir.

El-Hêder tekez kir ku ji aliyên dîrok, çand, ziman û sazumaniya qebîleyan ve tu cudahî di navbera Turkmanên Sûriyê û Iraqê de tune ye. Qebîleyên Turkman beriya ku Osmanî derbasî Sûriyê bibe, bi sed salan li Sûriyê ne. Di berdewama semînerê de El-Hêder behsa esil, dîrok û koçberiya Turkmanan kir.

El-Hêder di dawiya gotinên xwe de behsa jiyana Turkman a besît a kevnar û nûjen, zimanê Turkman, cudahiya di navbera Turkman û Tirk de û nakokiya têkîliyê di navbera her duyan de kir.

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaş û mudexeleyê ji beşdaran re hate vekirin. Tê zanîn ku dê semînerên mîna vê werin orgenîzekirin.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din