Li Minbicê semînerek girêdayî strana gelêrî ya Firatê

Îro li Pirtûkxaneya Mihemed Menle Xezîl a giştî ya bajarê Minbicê semînerek analîzî bi navnîşana `Strana gelêrî ya Firatê` hat lidarxistin.

Di semînerê de bi dehan hezkiriyên huner û çandê amade bûn. Sekreterê pirtûkxaneyê Xalid El-Hac Mihemed behsa dîroka strana gelêrî ya Firatê û taybetmendiya wê kir.

Di berdewama semînerê de Mihemed stran pênase kir, behsa dîroka stran û muzîkê di civaka erebî de kir.

Piştre sinevizyonek girêdayî stranên gelêrî û Firatê hat pêşendan. Semîner bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din