Li Minbicê teqîn

Beriya çend kêliyan mayînek bi erebeyeke hêzên Ewlehiya Bendên Kontrolê ya girêdayî hêzên Ewlehiya Hundrîn ên bajarê Minbicê ve teqiya. Di encamê de du endamên Hêzên Ewlehiya Hundrîn şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

MINBIC

Nûçegihanê me ji Minbicê diyar kir ku mayîn li ser rêya Pakrewangeha başûrê Minbicê hatibû bicihkirin û bi erebeya Hêzên Ewlehiya Bendên Kontrolê yên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundrîn ên bajarê Minbicê ve teqiya.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama teqînê de du endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Hêzên Ewlehiya Hundrîn dê di derbarê teqînê de daxuyaniyekê bidin.

ANHA


Mijarên Din