Li Minbicê teqîn: Kesek mir û 6 birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di teqîna li bajarê Minbicê rû dabû de kesek  mir û 6 birîndar bûn.

Îro di saet 16:00‘an li devera Teleya Zîrayê ya bakurê bajarê Minbicê teqîneke rû da û şewat pêk hat.

Tîmên agirkujê û ambulancê berê xwe dan cihê teqînê û birîndar rakirin.

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneya Minbicê hatin girtin di teqînê de  kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndar de zarokek bi navê "Macid El-Hisîn" hebû. Xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê diyar kirin ji birîndaran rewşa kesekî giran e.

Di teqînê de ziyanên madî gihiştin milkên welatiyan.

Heta niha ti aliyî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din