Li Minbicê têkikdarî ziyanên madeyên hişbiriyê semînerek hate dayîn

Komîteya Ciwan û Werzîşê îro semînerek girêdayî bikaranîna madeyên hişbiriyê û bandorên wê li ser kes û civakê organize kir.

Semîner li hola ciwanan a ku dikeve rex stada beledî li bajarê Minbicê hate dayîn.

Bi dehan endamên ciwanên Minbic û gundewarê wê tev semînerê bûn. Di semînerê de qanûnên girdayî bazirganiya madeyên hişbiriyê û kesên ku wê bi kar tînin hate gotin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Dr.Îsa Hemdaî semîner da.

Dr. Îsa Hemadî behsa bikaranîna madeyên hişbirê bi giştî, asta xeteriya wê, tevî belavbûna diyardeya cixareyan û zêdebûna hejmara kesên ku wê bi kar tînin kir. Dr.Hemadî bal kişand ser xeteriya benginiya teknolojiya û zirarên wê, benginiya birina dermanan û xeteriya wê li ser mirov. Hemadî pêwîstiya serdana bijîşk beriya birina her dermanekê destnîşan kir.

Hemadî tekez kir ku diyardeya madeyên hişbiriyê li ser civakê gelek xeter e û hêdî hêdî belav dibe. Rêxistina tenduristiyê ya cîhanî nexweşiya bengînî wek nexweşiya tekane wesifand û diyar kir ku nexweşê bi penceşêrê dikeve bandorê ser civakê nake, lê kesê ku bi nexweşiya ser hişbirê dikeve, zirarê digihîne hemû civakê.

Di dawiya axaftina xwe de Dr.Îsa Hemadî îşaret bi girîngiya rêxistinkirina semînerên girêdayî hişyariyê kir.

Paşê Endamê Rêveberiya Buroya Qanûnî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê Osman Şêx Osman behsa zagonên cezayên bi sûcên bikaranîna madeyên hişbiriyê kir, Osman teqez kir ku li gorî qanûna hejmar 15 a sala 2016`an a sûcên bikarhînerên madeyên hişbiriyêê, qanûn bazirganên madeyên hişbiriyê û kesên wê belav dike bi girtina salekê heta hin caran dighêje heta hetanê ceza dike.

Osman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herî kêm cezayê melyonek LS ye û ya herî bilind 5 melyon LS, her wiha kesên madeyên hişbiriyê vedixun vedughêsin navenda tenduristiyê ji bo dermankirina wan û 6 mehan di navendê de dimîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din