Li Misirê 40 kes ji ber vîrûsê mirin

​​​​​​​Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku heta niha 609 kes bi vîrusa Koronayê hatin tespîtkirin, 132 rihet bû û ji nexweşxaneyê hatin derxistin û 40 kes mirin.

Şêwirmendê wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê ya Misirê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid eşkere kir ku 11 welatiyên misirî ku bi vîrusê ketin, piştî hatin dermankirin û rewşa wan baş bû ji nexweşxaneyê hatin derketin. Xalid diyar kir ku ji 182 kesî rewşa 132‘an baş bû.

Xalid destnîşan kir ku testa 33 kesên nû ku hemû ji Misrê pozîtîf derketin. Her wiha diyar kir ku 4 kes, hemû ji Qahîre ne, temenê wan di navbera 58 heta 84 salî de beriya ku bighêjin nexweşxaneyê mirin ne.

Mucahid go, hemû kesên bi vîrusê ketine di nexweşxaneyên tecrîdkirî de li gorî berspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tên dermankirin.

Xalid Mucahid bi bîr xist ku hejmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine heta roja îro, hatine qeydkirin derket 609 kesan ‘an, ji wan 132 kes rihet bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin û 40 kes mirin.

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê li dijî Koronavîrusê hemû tedbîr girtine û ji bo welatiyên ku derbarê vê şewbê de bipirsin hejmara "105" û "15335" diyar kiriye.

ANHA


Mijarên Din