Li Misirê 6 kesên din ji ber vîrûsê mirin

Li Misirê  Koronavîrusê li ser 147 kesên nû hate tespîtkirin, hejmara miriyan derket 30‘yan.

Şêwirmendê wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid eşkere kir ku 14 kesên ku Koronavîrusê ketibûn û di nexweşxaneya tecrîdkirî de dihatin dermankirin, piştî tedawî bûn û rewşa wan baş bû ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Xalid destnîşan kir ji wan 11 misirî bûn û 3 fransî bûn.

Li gorî Xalid Mucahid ji 147 kesan heta roja îro 116 kes rewşa wan baş bû.

Mucahid diyar kir ku 41 kesên nû ku bi vîrusê ketine hatin tespîtkirin, ji wan welatiyekî amerîkî ye û yên din misirî ne. Her wiha destnîşan kir ku 6 kesên din bi vîrusê mirin, di nav de jinek almanî (75), 5 misirî ku temenê wan di navbera 50 û 65 salî de ne ji parêzgehên Qahîre û Dumyatê mirin.

Mucahid got: "Hemû kesên bi vîrûsê ketine di nexweşxaneyên tecrîdkirî de li gorî berspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tên dermankirin."

Xalid Mucahid bi bîr xist ku hejmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine, hatine qeydkirin derket 563 ‘an, ji wan 116 kes rihet bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin û 30 kes mirin.

Her wiha anî ziman ku ji bilî parêzên ku hatin bibîrxistin (Qahîre û Dumyat) tu haletên vîrusê li parêzgehên din nehatin tespîtkirin. Her wiha diyar kir ku ew bi hevkariya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê koordîne dikin.

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê li dijî Koronavîrusê hemû tedbîr girtine û ji bo welatiyên ku derbarê vê şewbê de bipirsin hejmara "105" û "15335" diyar kiriye.


Mijarên Din