Li Misirê 710 kes bi vîrûsê ketin, 46 kes jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine  gihaştiye 710 an, ji wan  46 kes mirin.

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaştiye 205‘an. Jê 157 rewşa wan baş bûn.

Mucahid diyar kir ku 54 kesên nû bi vegirtina vîrûsê yên nû hatine tespîtkirin û hemû misirî ne. Hinek ji wan ji derve hatine welêt. Mucahid bal kişand ser ku 5 kesên misirî mirin, beriya ku derbasî nexweşxaneyê bibin.

Mucahid diyar kir ku tevahiya haletên vegirtina vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Mucahid bibîr xist ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro gihaştiye 710 kesan, jê 157 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 46 kes mirin

Têkildarî mijarê Dr. Hala Zeyid hevrûkirinek di navbera rewşa pandemiyê li Misirê û cîhanê de çêkir û diyar kir ku hejmara kesên vegirtina vîrusa li ser asta cîhanê li bermaberî milyonekî, 105 kes vîrûsê vedigirin. Her wiha rêjeya wefatê 5.1 haletên wefatê ji bingeha milyonek kes çêdibin.

Wezîra Tenduristiyê destnîşan kir ku li ser asta Misrê, li beramberî her milyonekî 6 kes vîrûsê vedigirin. Rêjeya wefatê jî 0.4 ji bingeha milyonek kes e.

Wezîra Tenduristiyê teqez kir ku piştî vê lihevrûkirinê diyar dibe ku rewşa pandemiyê li Misirê heta niha aram e.

Wezîra tenduristiyê bang li rêwiyên ku ji derveyî Misirê tên û yên ku bi kesên vîrûs vegirtine û malbatên wan re têkilî çêkirine, tedbîrên ku dewletên girtine û perspektîfên Wezareta Tenduristiyê yên cudakirina xwe ji derdorê heya 14 rojan pêk bînin. Ev jî rolek di kêmkirina hejmara vegirtinê û wefatê yên rojane dilîze.

(şx)


Mijarên Din