Li Misirê 764 kes ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku di roja yekem a Cejna Remezanê de 29 kes ji ber şewba Koronayê mirin û 752 kes jî bi şewbê ketin.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê  Dr. Xalid El-Mucahid daneyên 24 dawî yên derbarê Koronavîrusê (Covid-19) de parev kir.

Dr. El-Mucahid diyar kir ku di 24 saetên dawî de 29 kesên din bi Koronayê mirin û 752 kesên din jî bi şewbê ketin.

El-Mucahid got, hemû kesên ku bi Koronayê ketine di nexweşxaneyên taybet û karantîneyê de li gorî perespektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tedawî dibin

Li gorî daneyên Dr. Xalid El-Mucahid li Misirê heta niha 17 hezar û 265 kes bi şewbê ketine, di nav de 4 hezar û 807 kes baş bûn û ji nexweşxane û karantînayê hatin derxistin û 764 kes jî mirin.

ANHA

 


Mijarên Din