Li Misirê 85 kes mirin, hezar û 322 nexweş in

Wezareta Tenduristiyê û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku hejmara giştî ya nexweşên Koronvîrûsê heta îro gihaştiye hezar û 259 779‘an. Di nav de rewşa 259 kesan baş bû û ji nexeşxaneyê derketin û 85 kes jî mirin.

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaştiye 396‘an. Jê 179 rewşa wan baş bûn.

Mucahid diyar kir ku 149 kesên nû bi vegirtina vîrûsê yên nû hatine tespîtkirin û hemû misirî ne. Hinek ji wan ji derve hatine welêt. Mucahid bal kişand ser ku 7 kesên mirine.

Mucahid diyar kir ku nexweşên bi vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin û destnîşan kir ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro gihaştiye hezar û 322 an, jê 259 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 85 kes mirin.

Tenduristiyê û Niştecihbûnê ya Misirê Dr.Hala Zayid rewşa pandemiyê û nexweşên di nexweşxaneyan de şîrove kir . Bi rêjeya ji sedî 88 nîşaneyên nexweşiyê yên hin nexweşan sivik in. Bi rêjeya ji sedî 7 nîşaneyên wan navîn. Bi rêjeya ji sedî 3 nîşaneyên wan giran in û bi rêjeya ji sedî 2 rewşa wan kirîtîk in. hala destnîşan kir ku Misir li gorî hejmara şêniyan li gorî dabeşkirina Rêxistina WHO ji dewletên ku asta nexweşiyê tê de sivik in. WHO dewletên cîhanê li gorî hejmara nexweşan ji bingeha milyonekî dabeşî sê koman kir; bilind, navîn û sivik. Her wiha destnîşan kir ku bi rêjeya ji sedî 30 ji nexweşan beriya ku bigihêjin nexweşxaneyê mirine.

Wezîra tendursitiyê ya Misirê bal kişand ser ku wezaretê xebatên desteka derûnî di demên karantînayan de û nexweşan re pêşkêş dike. bi rêya xeta germ bi hejmar 105. Her wiha du xetên din aktîv kirine, 0800888700/ 0220816831.

 (şx)


Mijarên Din