Li Misirê bîlançoya dawî ya Koronvîrûsê:52 kes mirin, 779 kes nexweş in

Wezareta Tenduristiyê û Niştecihbûnê ya Misirê îro ragihand ku hejmara giştî ya nexweşên Koronvîrûsê heta îro gihaştiye 779 nexweşan di nav de rewşa 179 kesan baş bû û ji nexeşxaneyê derketin û 52 kes jî mirin.

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaştiye 221‘an. Jê 179 rewşa wan baş bûn.

Mucahid diyar kir ku 69 kesên nû bi vegirtina vîrûsê yên nû hatine tespîtkirin û hemû misirî ne. Hinek ji wan ji derve hatine welêt. Mucahid bal kişand ser ku 6 kesên mirine di nav de kesek ji Urdinê û 5 ji Misirê ne.

Mucahid diyar kir ku nexweşên vegirtina vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Mucahid bibîr xist ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro gihaştiye 779 kesan, jê 179 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 52 kes mirin

Têkildarî mijarê Dr. Hala Zeyid Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê encamên analîzkirina pandemiyê li Misirê parve kirin û diyar kir ku çîna ji 50 salî heya 59 salî bi rêjeya ji sedî 22 ji bingeha nexweşan, a herî zêde bi nexweşiyê dikeve. Bi rêjeya ji sedî 49 ji miriyan ji çîna zêdetirî 50 salî bû. Bi rêjeya ji 100 sed kesên mirine bi kanser û nexweşiyên giran ketibûn.

Hala destnîşan kir ku rêjeya mêran ji bingeha nexweşan gihaşt ji sedî 61 û ên jinan bi rêjeya ji sedî 39. Her wiha rêjeya vegirtina zarokên ji 10 salî kêmtir gihaşt ji sedî 2. Hala diyar kir ku navîna dema mayîna li nexweşxaneyan ji dema ketinê heya baş bûnê 8 roj in. Hala bal kişand ser ku arambûnê rewşê li Misirê li gorî cîhanî wê bidome.

Wezîra tenduristiyê bang li rêwiyên ku ji derveyî Misirê tên û yên ku bi kesên vîrûs vegirtine û malbatên wan re têkilî çêkirine, tedbîrên ku dewletên girtine û perspektîfên Wezareta Tenduristiyê yên cudakirina xwe ji derdorê heya 14 rojan pêk bînin. Ev jî rolek di kêmkirina hejmara vegirtinê û wefatê yên rojane dilîze.

Ji aliyê xwe ve Mucahid diyar kir ku ji bilî hejmarên ku têne ragihandin heta niha tu nexweşî li tevahiya parêzgehên komarê nehatiye tesbîtkirin. Mucahid îşaretpê kir ku dema nexweşek çêbû li gorî lîsteyên Tenduristiyê yên navneteweyî û bi koordîneya WHO`yê, wê hema yekser ragihînin.

Tenduristî û Niştecihbûnê amadekariyên xwe li tevahiya parêzgehan didomîne. Rewşê gav bi gav dişopîne û tevahiya tedbîrên pêwîst ên li dijî her vîrusekê yan jî nexweşiyên vedigirin digire. Her wiha hejmarên telefonê ji bo ku welatî karibin pirsên xwe girêdayî Koronavîrûsê parve bikin diyar kirine, hejmar ev in 105 û 12335.

(şx)


Mijarên Din