Li Misirê hejmara kesên bi vîrusê mirine derket 24‘an

Li Misirê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine gihişt 495‘an, ji wan 24 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê Xalid Mucahid diyar kir ku 7 kesên ku bi Koronavîrusê ketine piştî rewşa wan baş bû ji nexweşxaneyê hatin derxistin di nav de yek biyanî bû. Xalid destnîşan kir ku ji 130 kesên bi vîrusê ketine 102 kes rewşa wan bû.

Mucahid diyar kir ku 39 kesên din koronayê li ser wan hatiye tespîtkirin, ji wan welatiyekî lîbî ye û yên din ji Misirê ne. Her wiha da zanîn ku li Qahîre ye 3 kes bi vîrusê mirin û got, kesên bi vîrûsê ketine li nexweşxaneyê li gorî perseptîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Mucahid eşkere kir ku heta roja îro (Pêncşemê) 496 kes vîrusa nû li ser wan hatiye tespîtkirin, di nav de 102 kes rewşa wan baş bû û ji nexweşxaneyê hatin derxistin û 24 jî mirin.

 


Mijarên Din