Li Misirê ji ber vîrusa Koronayê tedbîr hatin girtin

Li Misirê ji ber vîrusa Koronayê mizgef û dêr hatin girtin û serdana herêmên dîrokê hate qedexekirin.

Ji ber metirsiya vîrusa Koronayê Şêxê Mizgefa Ezherê ya Misir Ehmed El-Teyîb nimêj li mizgefan heta du hefteyan qedexe kir.

Wezareta Ewqaf a Misirê biryara girtina hemû mizgefan û nimêja komî heta hefteyekê da.

Li aliyekî din jî Komîteya Daîm a Komeleya Pîroz bi serokatiya Keşe Papa Tewadios ê Duyemîn li ser mijara vîrusa Koronayê civiya. Di civînê de biryara girtina hemû dêran û rawestandina çalakî û aynên olî û girtina holên ji bo sersaxiyê ji îro ve heta du hefteyan da.

Girêdayî heman mijarê, sekretêrê giştî yê Meclisa Bilind a Şûnwaran Dr. Mustefa Wezîrî ragihand ku serdana  hemû deverên olî ji sibe 23‘ê Adarê heta 31‘ê Adarê hatine rawestandin a ta werin dezfektekirin.

Mala Fatwa ya Misrê li ser rûpela xwe ya facebookê bang li welatiyan kirin ku di mal de bimînin û biryarên Wezareta Tenduristiyê bi cih bînin.


Mijarên Din