Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Misirê de ya ku li ser Facebookê hatiye belavkirin hate gotin: “Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdinê li ser asta rayedarên payebilind ên wezaretên derve ji bo gotubêjkirina aloziya Sûriyê civînek li dar xistiye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çar dewletan rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 2254`an nîqaş kirine. Her wiha di civînê de spandina hewldanên hevbeş ji bo parastina Sûriyê hatin nîqaşkirin.
(şx)