Li Misrê di encama êrîşekê de, 7 endamên Hêzên Ewlehiyê hatin kuştin

Wezareta Karê Hundirîn a Misrê ragihand ku di encama êrîşa duh êvarê de, li ser nuqteyên polîsên başûrê rojavayê El-Erîşê ku dikeve bakurê Sîna, efserek û 6 endam hatin kuştin.

 Duh êvarî hêzên artêşa Misrê rastî êrîşên çekdaran hatin, çekdaran nuqteyên polîsan ên li başûrê rojavayê El-Erîş kiribûn aramanc, di encamê de 7 endamên hêzên ewlehiyê û 4 endamên komên çekdar hatin kuştin.

Têkildarî mijarê Wezareta Karê Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke  terorîst duh êvarê êrîş birin ser nuqteyên polîsan ên ku li başûrê rojavayê El-Erîş a bakurê Sîna dike, hêzên ewlehiyê bersiva vê yekê dan û di encamê de efserek, 6 endam û 4 terorîst hatin kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî yek ji terorîstan rextêbombebakirî yê li ser xwe teqand û hate kuştin.

(eh)


Mijarên Din