‘Li Misrataya Lîbyayê xeta hewayê di navbera Tirkiyê û komên terorîst de vekiriye’

Hêzên Artêşa Wetenî  ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter da zanîn ku xetek hewayî ya yekser di navbera Tirkiyê û komên terorîst de li Misratayê heye û van hêzan firokeyên Tirkiyê yên bêpîlot di şerê li wir de bi kar anîn.

Berdevkê bi navê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, komên girêdayî Hikumeta Wîfaq a Wetenî bi bikaranîna firokeyên Tirkiyê yên bêpîlot di şerê aliyên başur payetexta Lîbyayê de, tewanbar kir.

El-Mismarî di kongreyek çapemeniyê ya li rojhilatê welêt raber kir: "Hêzên Wîfaq firokeyên Tirkiyê piştî firokeyek girêdayî wê rûxand û hinên din jî ziyan gihandinê, bi kar anîn."

Her wiha tewan li serokê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan kir ku piştî daxuyaniya li dijî hêzên Xelîfe Hefter kiriye, teknînkên leşkerî yên Tirkiyê ji bo komên çete yên derqanûnî dabîn dike. Her wiha Erdogan bi terorê bikirî şiband.

El-Mismarî lê zêde kir: "Em dixwazin gelê Lîbyayê û civaka navdewletê têxin rastiyê xetek hewayî û deryayî di navbera Tirkiyê û bajarê Misrata de vekiriye."

(fr)


Mijarên Din