Li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya nimêja înê hate ragihandin

Komîteya Fetwayan a Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk biryara sekinandina nimêja înê li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta demeke nediyar ragihand.

Rêveberiya Xweser bi biryara hejmara 23’yan ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombûn qedexe ye, dibistan û peymangeh têne girtin. Li ser esasê vê biryarê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk jî biryarnameyek derxist û diyar kir ku heta demeke nediyar nimêja înê li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe ye.

Kongreyê wiha da zanîn: “Bi tenê mela dê azanê bidin û bibêjin li malên xwe nimêj bikin, Xweda tu me efû bike. Her wiha hemû kombûnên olî, boneyên civakî, dibistanên olî û mewlûd û dersên Quranê têne sekinandin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din