Li Moskowayê agir bi balafireke rêwiyan ket: 13 kes mirin

Li paytexta Rûsyayê Moskowayê, di balafireke rêwiyan de şewat pêk hat, di encamê de 13 kes mirin, di nav de du zarok hene.

Berdevka fermî ya Komîteya Lêpirsînê Svetlana Petrenko di daxuyaniyek çapemeniyê de got: "Heta vê kêliyê agahiyên derbara mirina 13 kesan di nav de du zarok hatine bidestxistin."

Berpirsa Lêpirsînê diyar kir ku lêpirsîna di doza cînayetê de girêdayî qezayê ji cîhazên navendî ya komîteya lêpirsîmnê re hatiye şandin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê ragihand di encama qezayê de 7 kes birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve gelek çavkanî yên beşa awarte ya Rûsyayê û beşa firînê diyar kirin ku balafir ji cureya Sukhoi Superjet-100 êvara Yekşemê ji balafirgeha Sheremetyevo ber bi bajarê Murmansk ve firiya. Lê tîma balefire ji ber ku agir di motorekê de vêket neçar ma dakeve.

(şx)
ANHA


Mijarên Din