Li navçeya Deşîşa 3 saziyên xizmetguzariyê hatin vekirin

Li navçeya Deşîşa ya girêdayî kantona Hesekê 3 saziyên xizmetguzariyê hatin vekirin.

Piştî bidawîbûna amadekariyan û peydakirina kadroyên pispor Meclisa Kantona Hesekê li navçeya Deşîşa ya 40 km dikeve başur rojavayê navçeya Şedadê ya girêdayî kantoan Hesekê Şaredariya Gel, Navenda Tendirustiyê û Stasyona Zelalkirina Avê vekirin. Sazî li gundê Til Şayir ên girêdayî bajarokê hatin vekirin.

Di vê derbarê de, Rêveberê Gerînendeya Tendirustiyê ya Kantoan Hesekê Bijîşk Şahîn Husên got: " Der barê dabînkrina kadroyên tibî, alav û derman de, me hin astengî kişandin, tevî astengî û zehmetiyan me xebata peydakirina xizmetguzariyên tendirustî li navçeya Deşîşa domand. Herêma di dema şer de di rewşên dijwar re derbas bû. Piştî rizgarkirina wê, Rêveberiya Xweser hewl dide pêdiviyên şêniyan dabîn bike."

Ji aliyê xwe ve jî hevseroka Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantoan Hesekê Raziya Îbrahîm ye, vekirina 3 saziyên li navçeya Deşîşa pîroz kir û diyar kir ku beriya bajarok were rizgarkirin şênî di rewşên dijwar re derbas bûn. Her wiha Îbrahîm tekez kir ku dê xebata şaredariyê li ser vekirina rê, rakirina kavilan û dabînkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re be û li rexê jî dê avê ji stasiyonê li ser 3 heneviyên ku 30 bermîl ava vexwarinê di saetê de peyda dike, pêk bîne.

Di heman warê de şêniyan kêfxweşiya xwe bi vekirina sazî û navendên xizmetguzariyê anîn ziman û spasiya rêveberiya xweser kir. Her wiha hêvî kirin ku xebatên xwe yên pêşxistina rewşa xizmetguzarî bi awayekî berfireh bi rêk û pêk bînin.

Hevserokê Komîtaya Şaredariyan a kantona Hesekê Abdulxefûr Oso da zanîn ku ev bajarok bi saya xwîna şehîdan ji salekê ve hat rizgarkirin û got :"Em hewl didin xizmetên baş pêşkêş bikin, ji ber ku ev herêm ji herêmên di dema êrîşên çeteyan de zêdetirî ziyan dîtiye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din