Li navçeya Dirbêsiyê xwendekar û mamoste meşiyan

Xwendekar û mamosteyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê meşek lidar xistin. Xwepêşandêran bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê û lêkirina dîwarê parçekirinê  şermezar kirin.

Bi sedan xwendekar û mamosteyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê meşek lidar xistin. Xwepêşandêran bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê û lêkirina dîwarê parçekirinê  şermezar kirin.

Xwepêşandêr li ber navenda Ciwanan a li navçeyê kom bûn û wêneyên çalakgeran, al û wêneyên şehîdan hilgirtin. Herwiha pankartên bi nivîsên ‘Bi rihê berxewedana zindanan, em ê komployê têk bibin û em ê bi Rêber Apo re azad bijîn’ hatin hildan. Di meşê de dirûşmên ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyê re’ hatin berzkirin.

Xwepêşandêr ji kolana bazarê ber bi qada şehîdan ve meşiyan. Li Qada Şehîdan xwepêşandêran deqak rêzgirtin rawestiyan. Endamê PYD`ê Silêman Xelîl axivî û wiha got:"Lêkirina dîwarê parçekirinê ku dewleta Tirk lêdike ne tiştekî nû ye. Ji ber ku hovîtî û dîktatoriya Tirkiyê ji bav û kalên xwe Osmaniyan ve girtiye. Tirkiye bi parçekirina Sûriyê dixwaze tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. Lê em jî ji dewleta Tirkiyê re dibêjin; Efrîn a şêniyên xwe ye. Em ê rê nedin parçekirina xaka Sûriyê û wê Efrîn li xwediyên xwe vegere.”

Silêman Xelîl di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê ji bo piştgiriya  berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê, ku di dîrokê de hat nivîsandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hertim li qadan bin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Dirbêsiyê Sozdar Hac Mensûr ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro rûpelên dîrokê xwe nû dikin. Dîroka ku ji sedê salan ve hatibû paşguhkirin, îro jî bi sedan ji Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirine. Bi saya vê berxwedanê ew ê doza Kurdî  bi ser bikeve û em ê bi Rêbertî re azad bijîn.

Em jî weke mamoste û xwendekarên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya parlemantera HDP`ê Leyla Guven û hevrêyên wê yên di zindanên Tirkiyê de girtî ne teqez dikin. Her wiha em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û azadiya xwe li qadan bin".

Xwepêşdan bi sloganên ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din