Li navçeya Girkê Legê basên gel dest bi xizmetê kir

Ajokarên teksiyan ji bo her neferekî 200 lîreyên Sûriyê werdigirt û ji ber vê yekê şêniyên Girkê Legê gilîname pêşkêşî Şaredariya Gel kirin. Li ser vê yekê şaredariyê jî basên gel diyar kirin.

Teksiyên taybet ên li navçeya Girkê Legê heqê neferan ji navçeyê û heta bajarokê Rimêlanê bilind kir, ji bo her neferekî 200 lîreyên Sûriyê werdigirin. Vê yekê barên welatiyan giran kir, lewma bang li Şaredariya Gel kirin ku basên gel ji wan re peyda bikin. Piştî ku Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişloyê banga welatiyan erê kir, bas hatin peydakirin.

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê du basên gel diyar kirine, her basek 22 neferan radike, nirxê her kartekê 100 lîreyên Sûriyê ye. Her du bas dê di navbera Girkê Legê û Til Ewar de bixebitin. Bas heta hefteyekê peran negirin û ji bo zarok û kal û pîran dê her tim bê pere bin. 

Şaredariya Gel a Girkê Legê 9 basên gel diyar kirine û dê ji Qada Azadiyê ya rojhilatê navçeyê heta gundê Til Ewar ê rojavayê bajarokê Rimêlanê bixebitin.

Wekî gava destpêkê dê bas ji saet 7’ê sibwhê û heta 3’yê êvarê kar bikin, ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Li gorî Şaredariya Gel dema qedexe rabe, dê her du bas rojane 12 saetan kar bikin anku ji saet 7’ê sibê û heta 7’ê êvarê.

Welatiya bi navê Şemis Hedad a ji gundê Til Ewer ji hundirê basa gel axivî û got ew bi basên gel kêfxweş in, ji ber ku xizmeta navçeya Girkê Legê dike, barê welatiyan sivik dike.

Endamê Şaredariya Gel a Navçeya Girkê Legê Elî Osman jî destnîşan kir ku bas li ser bang û giliyên şêniyan hatin dabînkirin, ji ber vê yekê şêniyên navçeyê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

(eh)

ANHA


Mijarên Din