Li navçeya Şedadê turnuveya futbolê hate destpêkirin

Bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Buroya Partiya Muhavezekar a Demokratîk, turnuveya futbolê ya bi navê Şehîdên QSD`ê  li Stada Şehîd Ezîz Ereb a girêdayî navçeya hate destpêkirin.

Turnuve bi armanca geşkirina behreyan û rêxistinkirina ciwanan hatiye birêve birin. Her wiha ciwanan li Şedadê ji bo avakirina tîmekê ku nûnertiya navçeyê li turnuveya girêdayî herêma Cizîrê bike, wê lîstikvanan hilbijêre.

Turnuve ji du tîman pêk tê, her tîmek ji 4 koman û ji navçeya Şedadê û bejahiya wê pêk tê. Di her komekê de, tîma di asta yekemîn û duyemîn de derbasî turnuveya berî dawîn dibin û paşê du tîm ber bi dawîn ve diçin.

Turnuveya ku dê 20 rojan dewam bike, tîma Rişdiyê û Şedadê ji koma yekemîn bi hev re daketin maçê û di encamê de tîma Şedadê 2-0 bi ser ket. Di vê çarçoveyê de maçên din de dê werin berdewamkirin.

Têkildarî mijarê, Serokê Partiya Muhafezekar a Demokratîk a navçeya Şedadê Mîhab El-Herîs ji ajansa me re diyar kirk u armanc ji vê çalakiyê sporî ew e ku behreyên lîstikvanên ciwan ên li navçeyê û bejahiyê geş bibin û bi awayekî giştî canê wan were perwerdekirin û wiha pê de çû:"Her wiha ji bo  lîstikvan ser navê navçeya Şedadê beşdarî turnuveyên Bakurê Sûriyê bibin, di vê turnuveyê de dê lîstikvan werin hilbijartin, da ku tîm were avakirin."

Di heman çarçoveyê de, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya girêdayî navçeya Şedadê Omer Hilû anî ziman ku turnuve piştî xebata bi hevkariya Partiya Muhafezekar û komîteya werzîşê hate destpêkirin.

Hilû di dawiya axaftina xwe de got: "Di dawiya turnuveyê de, dê tîma serkeftî were diyarkirin û xelat were dayîn, paşê ji bo avakirina tîmên bi navê navçeyê da ku beşdarî maça ser asta herêmê bibin, dê lîstikvan werin hilbijartin."

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din