Li navçeya Şera ya Efrînê 7 welatî revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di nava 2 rojên derbasbûyî de 7 sivîl ji gundê Mareskê yê navçeya Şera ya Efrînê revandin.

Beriya niha ajansa me nûçeya revandina 10 sivîlên ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera ya Efrînê ku jê 7 jin in ku duh ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatine revandin, weşand.

Her wiha çakaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di nava 2 rojên derbasbûyî de 7 sivîl ji gundê Mareskê yê navçeya Şera ya Efrînê jî revandine.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in: Mihemed Osman Xelîl (16), Emîn Abdulhenan Xelîl (60), Mehmûd Ehmed Xelîl (26), Ariyan Mehmûd Xelîl (35), Mustefa Nûrî Xelîl (50), Ferhad Abdulhenan (27) û Fîras Abdulhenan (35).

ANHA

 


Mijarên Din