Li navçeya Sirinê cihê xwedîkirina masiyan hat vekirin

Desteya Aborî ya Kantona Kobanê, li ser asta herêma Firatê yekemîn cihê xwedîkirina masiyan li gundê Şebaniyê yê girêdayî  navçeya Sirinê vekir.

Desteya Aborî ya Kantona Kobanê di van demên dawiyê de gelek projeyên ku xizmeta gel bikin da destpêkirin. Yek ji van projeyan jî projeya xwedîkirina masiyan e. Desteyê li gundê Şebaniyê yê girêdayî navçeya Sirinê ya Kobanê dest bi xwedîkirina masiyan kir.

Armanca projeyê ew e ku hejmara masiyên bê nexweşî di herêmê de zêde  bibin. Deste ji bo xwedîkirina masiyan sûdê ji Çemê Firatê digre. Li gorî ku Deste dibêje, piştî ku masî mezin bibin dê bi nirxekî kêm bifroşin herêmê.

Desteyê ji bo xwedîkirina masiyan hewzek amade kiriye. Ji 9`ê Îlona 2018`an de dest bi kolandina hewzê hatiye kirin. Kurahiya hewzê 4 metre ye, dirêjahiya wê jî 3 hezar û 500 metre ye. Ji beriya 10 rojan Desteyê 4 hezar masî berdane nava hewzê. beriya  deh rojin desteyê 4 hezar  masî berdane hewz û her masiyek jî 70`ê gram e. Dê piştî 7 mehan dê masî werin firotin.

Malbatek ji gundê Şebaniyê ji bo xwedîkirin û nêçîra masiyan hatiye erkdarkirin.

Di derbarê mijarê de beytarê bi navê Mihemed Hemo Xelîl ê ku çavdêriya projeyê dike wiha got: “Armanca me ya esasî ji vê projeyê ew e ku, em karibin xebatên aborî li herêmê pêş bixin. Masiyên bê nexweşî xwedî bikin û bi bihayekî guncaw bifroşin gel. Em dixwazin projeyên din jî çêbikin û ji gel re jî derfeta kar peyda bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Aboriyê ya Kantona Kobanê gelek pirojeyên weke xwedîkirna Pez, xwedîkirina mirîşkan û hin projeyên din ên xwedîkirina pez li pêşiya wan in.

ANHA


Mijarên Din