​​​​​​​Li navçeya Tirbespiyê bîranîna 15 şehîdan

Saziya Malbata Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 15 şehîdên ku di Sibatê de li dem û cihên cuda şehîd bûbûn, bi bîr anîn, her wiha merasîma bîranînê bi beşdariya bi dehan pêkhateyên navçeyê û malbatên şehîdan li hola Nadî El-Siyahî pêk hat.

Navên şehîdan wiha ne: Xebat Silo, Şukrî Suleyman, Meryem Sêfo, Riyad Elî, Abdulhelîm Ehmed, Bîlal Îbrahîm, Hesan Îbrahîm, Mihemed Tehlo, Mufîd Ehmed, Hemûd Xelef, Mihemed Hebîb, Basil Hacî, Muitez Hoşan, Hozan Suleyman û Viyan Soran.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre malbatên şehîdan mûm li ber wesîqetên şehîdan pê xistin.

Di merasîmê de ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Ciwan Xelîl axivî û got: "Şehîdan bi canê xwe rêya azadiyê nexişand û bi navê saziyê soza berdewama têkoşîna li ser rêça şehîdan da."

Xelîl wiha piştrast kir: "Gelê herêmê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di oxira yekitî û azadiya xaka welat de bi hezaran şehîd dan, şerê çeteyên hewl dane yekparebûna pêkhate û hevgirtina wan têk bibe, kir. Ji lew re ewlehiya ku niha heye bi saya qurbaniyên wan e."

Piştre sînevîzyon li ser jiyana şehîdan û cihên lê şehîd bûbûn, hat pêşandan.

(fr)

ANHA  


Mijarên Din