Li navçeya Tirbespiyê çandina kunciyan zêde bûye

Cotkaran îsal li navçeya Tirbespiyê kuncî, pembo û garis pir çandin. Her wiha cotkaran bang li aliyên peywendîdar kirin ku alîkariya wan bikin, da ku ev hilberîn hîn zêdetir bên çandin.

Di cîhanê de kuncî ji hilberînên zeytê yên girîng e, ji sedî 50 tovên wê bi zeyt e. Her wiha dikeve çêkirina gelek xwarinan. Çandina kunciyan lêçûneke pir naxwaze, erdê baş dike û dihêle ku cotkar rêjeya çandina hilberînên zivistanê zêdetir bike. Di heman demê de gihayên wê jî wekî êmê sewalan tê bikaranîn.

Îsal gelek cotkarên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hilberîna kuncî çandin û heta niha rûbera ku hatiye çandin, gihaştiye 600 donimî. Tê payîn ku ev rûber berfirehtir bibe û di salên pêş de giringiyeke xwe ya taybet hebê.

Ev demeke dirêj e ku kuncî li Sûriyê tê çandin, lê ji ber ku eleqedarî bi çandiniya wê tune ye, her wiha sûkek ku hilberîn lê were firotin jî tune ye, çandiniya wê zêde pêş neket. Hilberîna kuncî bi du awayan tê çandin avî û bejî ku bi barana buharê tê avdan.

Kuncî di nîvê meha Nîsanê de û heta dawiya meha Gulanê tê çandin. Cotkar erd baş dajon, piştre bi destan tov direşînin û baş av didin. Dûvre erd baş semad dikin û gihayên ziyanê digihînin tov radikin.

Xandî Sefûk îsal 20 donim kuncî çand û da zanîn ku ew ji beriya çend salan ve kunciyan diçîne. Lê ji ber ku aliyên peywendîdar girîngiyê nadin vê hilberînê, zêde pêş neket û îsal çandina kunciyan vegeriya wekî berê.

Sefûk destnîşan kir ku ji aliyê aborî û xwarinê ve gelek sûdên kunciyan hene, her wiha erdê baş dike û derfetê tê de ku zêdetirî careke were çandin. Li aliyekî din jî gihayên wê piştî berhevkirinê wek êm ji bo sewalan tê bikaranîn.

BANGÊN JI BO PÊŞXISTINA ÇANDINA KUNCIYAN

Cotkar Xandî Sefûk got divê Desteya Çandinî û Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê bide cotkaran da ku hilberînên nû yên li herêmê hatine çandin pêş bikevin û rêgeza xwetêrkirinê jê peyda bikin.

Sefûk daxuyand ku cotkar gelek zehmetiyan dikişînin ku Komîteya Sotemeniyê, sotemeniyê dereng li cotkaran belav dike. Ew jî bi awayekî neyînî bandorê li çandiniyê dike.

Xandî Sefûk daxwaza peydakirina bazarekê kir ku hilberîna kuncî tê de bifroşin, da ku cotkar teşwîq bibin ku rûbera çandiniyê berfireh bikin û welatî sûdê jê bigirin.

Ji aliyê hilberînê ve 3 cureyên kunciyan hene, hin ji wan bi 4 qulikan e, hin jî bi 6 qulikan e  û hin jî bi 8 qulikan e. Cureya bi 8 qulikan hilberîna herî baş e. Lê li herêma Cizîrê kêm tê çandin. Dema ku piştgiriya hilberîna kuncireyan were kirin, cotkar dê karibin tovên baş jê derxînin.

Kuncî di dawiya meha Îlonê de bi destan tê çinîn. Piştre li ser neylonê tê rêxistin û heta çend rojan li ber tavê tê hiştin. Piştî wê tê dawişandin da ku libên kuncî biweşin erdê û di dawiyê de tê komkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din