Li navenda Tebqayê gera motorsîklêtan hate qedexekirin

Bi armanca parastina ewlehiya li herêma Tebqayê, komîteya hundirîn a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê îro biryarnameyek taybet ji bo qedexekirina gera motorsîklêtan li navenda herêma Tebqayê derxist.

Li ser pêşniyara Komîteya Hundirîn a Meclisa Rêveber a bi hejmara 775’an, di dîroka 26.05.2019’an de biryar radestî Meclisa Zagonsaz hate kirin da ku bê erêkirin.

Meclisa Rêveber pêşniyar erê kir û radestî Meclisa Zagonsaz kir.

Li ser bingeha biryara bi hejmara 16’an a Meclisa Zagonsaz di civîna awarte ya bi hejmara 1’an di dîroka 27.05.2019’an de bi beşdarbûna hevserokatiya Meclisa Rêveber û Komîteya Hundirîn û piştî nîqaş û diyarkirina sedema wê, motorsîklêt li navenda herêma Tebqayê hatin qedexekirin.

Ji ber vê yekê û li gorî erka Komîteya Hundirîn, biryara bi hejmara 16’na ev yek erê kir:

“Made 1: Gera motorsîklêtan li navenda herêma Tebqayê qedexe ye.

Made 2: Ev yek ji bo sivîl û leşkeran derbasdar e.

Made 3: Ji erka hêzên Ewlekariya Hundirîn û Gerînandetiya Trafîkê ye ku vê biryarnameyê bişopînin û tedbîrên pêwîst der heqê kesên vê yekê pêk neynin de rabe.

Made 4: Divê her kes vê biryarnameyê pêk bîne û bi aliyên peywendîdar re alîkar be da ku parastina ewlehiya xwe bikin.

Made 5: Ev biryar ji îro ve dikeve meriyetê heta demeke nediyar.”

ANHA


Mijarên Din