Li Nîjeryayê êrîşa xwekujî: 30 kes hatin kuştin

3 êrîşkarên xwekuj ku girêdayî koma Boko Heram in, êrîşeke xwekujiyê li bakurê rojhilatê Nîjeryayê pêk anî û di encamê de 30 kes hatin kuştin.

AFP’ê ragihand ku di êrîşa ku 3 xwekujên girêdayî koma ‘Boko Heram’ a terorîst a li gundê Konduja yê dûrî bajarê Maîdugurî paytexta wîlayeta Bornoyê de, 30 kes hatin kuştin.

Li gorî gerînendeyê operasyonan ê ajansa Rêveberiya Awarte ya Nîjeryayê Osman Kaşala roja duşemê raber kiriye ku hejmara kuştiyên êrîşa Boko Heram ta niha gihaştiye 30 kesî û got 40 birîndar jî hene.

Boko Heram, koma Ehl El-Sune ya cîhadîst e û di sala 2002’yan de hate damezirandin. Piştî hevgirtina bi DAIŞ’ê re navê xwe bi “wîlayeta Rojavayê Afrîkayê” guharand. Boko Heram ji 2 pevyan pêk tê. Ya yekemîn “boko” bi zimanê hûsî "minafiq” an jî “windakirin" e û ya duyemîn jî “heram” gotineke erebî ye ku wateya xwe “guneh” e.

(fr)


Mijarên Din