Li paytexta Tunisê 2 teqîn, kuştî û birîndar hene_HATE NÛKIRIN

Îro(nîvroj) 2 teqîn  navendên hikumetê li paytexta Tunisê çêbûn. Di encamê de kuştî û birîndar hene. Her wiha jî li gor çavkaniyên ajansa me ANHA’yê li paytextê rewşeke awarete rû daye.

Li paytexa Tunisê îro nîvrojê 2 teqîn pêk hatin. Teqînan navendên ewlehî û hikumetê kirina hedef û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Di vê çarçoveyê de rojnamevana Tunisê Dunya Elî l ji ajansa me ANHA’yê ji paytextê wiha got: "Teqîna yekemîn li koçeya Borqîbe li ser rêya Behir a paytexta Tunisê pêk hat û dewriyeya li kolanê kir armanc. Her wiha xwekujê terorîst ku çente hilgirtibûn xwe li nêzî dewriyê teqand û di encamê de ew mir û 3’ê jî birîndar bûn."

Dunya Elî diyar kir ku birîndarek bi navê Mehdî El-Benatî li nexweşxaneya Şarl Nîkol a paytextê ji birînên kûr jiyana xwe ji dest da.

Dunya wiha domand: "Êrîşa duyemîn bi ser neket.  Her wiha vê êrîş jî hewl da navenda polîsên Edliyê bike hedef. Xwekuj piştî dewriya ku li nêzî rêveberiyê bû şopand, hewl da xwe di dewriyê de biteqîne, lê negihîşt armanca xwe. Di encamê de ew mir û 4 endamên polîsan jî birîndar bûn."  

Li aliyekî din jî rojnamevana Tunisê tekez kir ku yekîneyên ewlehî û hêzên leşkerî yên Tunisê li herêmên derdorê daîre û navendan belav bûn.

Wezareta Parastinê di agahdariyek xwe de ragihand ku stasiyona weşanê ya li çiyayê Irbata di saet 15:30’an de vê sibehê ji hêla komên terorîst ve rastî êrîşî hat. Lê ziyanên madî çênebûne û kes jî tiştek nebû.

(fr)


Mijarên Din