Li Qamişlo agir bi kargeha sifincan ket

Agir bi kargeheke qutkirina sifincan a li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ket, di encamê de zirarên madî çêbûn. Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn.

Kargeha Şiyar a sifincan a li ser rêya di navbera Amûdê û kolana Mûnîr Hebîb a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de ket. Kargeh xal û sifincan çêdike.

Beriya kêliyekê agir bi kargeha welatiyê bi navê Ezîz Elî Mihemed ket, lê sedema şewatê heta niha nehatiye zanîn.

Li gorî nûçegihanê me diyar kir, zirarên madî pêk hatin ku di kargehê de madeyên bi buhayê 35 milyon lîreyên Sûriyê hebûn û 15 milyon lîre tê de hebû.

ANHA


Mijarên Din