Li Qamişlo bexçeyê zarokan û pêşdibistan hatin vekirin

Îro Desteya Jinan bi hevkariya Komîteya Jinan li kantona Qamişlo, şaxekî pêşdibistan û bexçeyê zarokan bi navê (cîhana zarokan) li taxa El-Bişêriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo vekirin.

Merasîma vekirinê, bi beşdariya seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Rûken Ehmed, endama Komîteya Jinan a bajarê Qamişlo û bi dehan ji malbatên zarokan hate lidarxistin.

Pêşdibistan û bexceyê zarokan girêdayî Desteya Jinan a herêma Cizîrê ye û di Qamişlo de navenda sêyemîn e tê vekirin. Alavên pêwîst, pêlîstokên zarokan di navendê de hene, her wiha 4 odeyên bi daniştek hene.

Tê zanîn ku bexceyê zarokan li taxa El-Bişêriyê zarokên ji teman 3`yê mehî heta 3`yê salî pêşwazî dikin, her wiha pêşdibistan jî ji temenê 3`yê mehî heta 6 salî pêşwazî dikin.

Rûken Ehmed di merasîma vekirina şaxê taxa El-Bişêriyê got vekirina bexceyê zarokan û pêşdibistan li ser banga şêniyên taxê hatiye vekirin.

Niha jî li bexceyê zarokan û pêşdibistan 16 zarok hene û tê payîn ku di demên pêş de heta belgeyên pêwîst temam bibin, dê 13 zarokan din jî pêşwazî bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din