Li Qamişlo çalakiya piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê

Kongreya Star û Meclisa Kantona Qamişlo konê greva birçîbûnê veda. Di roja yekemîn de 154 kes da ku piştgirî û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê û girtiyên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de bikin, tev li çalakiyê bûn.

Îro Kongreya Star û Meclisa Kantona Qamişlo 3 konên greva birçîbûnê li Parka 19’ê Tîrmehê ya taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo vedan ku piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê yên ku bûye çend meh di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ketine grevê, bikin û her wiha şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Her sê kon bi wêneyên Ocalan, têkoşer Leyla Guven ku greva wê ketiye roja 191’an, wêneyên çalakgerên grevê, alên Kongreya Star û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xemilandin.

Di roja yekemîn de 154 kes tev li grevê bûn. Beriya dest bi çalakiyê bê kirin, çalakgerên grevê û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo li qada Parka 19’ê Tîrmehê deqeyekê rêz hate girt. Dûre rêvebera Kongreya Star Edalet Omer axivî ku û wiha got: "Îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo dê li ser rêça têkoşer Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê yên dîtir, bisekinin."

Edalet Omer diyar kir ku ew piştevaniya hemû çalakgeran dikin û wiha domand: "Serkeftin para me ye û em dê li pey şopa têkoşer Leyla Guven heta rakirina tecrîda girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin û divê şênî xetereya tecrîdê binasin."

Di dawiya axaftina xwe de Edalet Omer diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên xwe yên qirêjî hewl dide serdestiya vîna gelê Kurd bike û wiha bi dawî kir: "Em tu carî vê yekê nahêlin."

Li gorî bernameya konê grevê dê semînerek li ser rastiya Rêbertî û gelê şoreşger bê dayîn û ji wê jî zêdetir pêşwazkirina şênî, pêkanîna çalakiya çandê û pêşandana belgefîlman jî bê kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din