Li Qamişlo depoya mazotê teqiya: Du kes şewitîn

Li bajarê Qamişlo depoyeke mazotê ku li ser banê avahiyê hatibû bicihkirin, teqiya û du kes şewitîn.

Bûyer beriya çend kêliyan li taxa Erbewiya ya bajarê Qamişlo pêk hat. Hate gotin ku, dema welatiyê bi navê Yûnan Zekî depoya mazotê ya li ser banê avahiyê lehîm dikir, depo teqiya.

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ekîpa agirkujî  çûn cihê bûyerê agir tefandin. Nûçegihanê me diyar kir ku di bûyerê de welatiyê bi navê Yûnan Zekî Eho û kesek din bi şewitîn.

Herdu welatî rakirin nexweşxaneya Selam a bajarê Qamişlo.

ANHA


Mijarên Din